Photo: Rewşan, li aliyê rastê wêneyê strana BÊRÎ, li aliyê çepê fotografek ji konsepta albûma HINARê. Wênegir: @ Senanur Akıl
“Hinar” mijarên gerdûnî yên wekî evîn, hêvî, êş, bêçarî û xwebûnê bi awayekî nazik radixe ber çavan. Behsa gelek hest, reng, nasname, bajar û rolên me dike, em di nav van tevlîhevîyan da hewl didin ku bi xwezaya xwe ra li hev bên. Mîna libên hinarekê jixweber; bi pirbûna xwe re bibin yek.
Qonaxa amadekirina albûmê, nivîsandina stranan, amadekirina besteyan; di demên cuda yên jiyana Rewşanê da pêk hatiye. Dema hunermend biryar da ku van berheman weke albûmeke beste derxîne; aranjêkirina stranan, studyo û mix-mastering li Stenbolê 2 salan wext dirt.
Aranjeya albûmê ji aliyê pirînstrumanîst Hakan Gürbüz ve hat çêkirin. Bi tevlêbûna muzîkjenên qedirbilind ku heryek ji wan di karê xwe de virtûoz in, ahengeke heybet derdixe holê. Fikrên zelal yên Cenk Erdogan ên li ser gîtaran, dehola Ediz Hafizoglu ku nava dilê stranan de bi cî digre, keyboarda Elîf Dikeç ku zimaneke muzikal ava dike; kûrahiyeke nûwaze li albûmê zêde dike. Hebûna hin amûrên wekî; di perkusiyonê da Alî Emre Algır, di trompetê da Bariş Doğukan Yazıcı, di kopuzê da Emre Ay, di bilûr û zirneyê da Serkan Yıldırım; taybetmendîyeke fizyonê tev li albûmê dike. Di endezyariya mix&masteringê da; îmzeya Evren Arkman heye.
Di warê dîtbariyê da jî gelek balê dikişîne Hinar. Dizayna berga albûmê bi wêneyên Senanur Akıl; ji aliyê Better Things’ê ve hatiye amadekirin. Di warê stîlê da xebatên Gökçe Karaaslan û Şeyma Erikçi dîtbariyeke teze û bihêz li albûmê zêde kiriye. Albûma ku wê bi rêya Believe bi awayekî dîjîtal bê belavkirin, di heman demê da wê ji aliyê Aynalı Record ve weke plak jî bê çapkirin.
"Hinar" wê bêhneke nû bi cîhana muzîkê re bîne û 18ê Cotmehê roja Înê saet 00:00 li ser hemû platformên dîjîtalê bê belavkirin. Konsera danasîna albûmê li Stenbolê; wê 15ê Mijdarê roja Înê li Volkswagen Arenayê pêk bê.
Hûn dikarin ji bo guhdarîkirina albûma Hinar’ê û ji bo salnameya konserên Rewşanê lînkê bitikînin: linktr.ee/rewsan
Nasnameya Albûma Hinarê: Çêker: Rewşan Arrangement: Hakan Gürbüz Gitar: Cenk Erdoğan Dehol: Ediz Hafızoğlu Kopuz-Gitar: Emre Ay Keyboards: Elif Dikeç Percussion: Ali Emre Algir Trompet: Barış Doğukan Yazıcı Zirne-Bilur: Serkan Yıldırım Bas- Elektrik/Akustik Gitar-Key-Ud: Hakan Gürbüz Vokalên Paş: Rewşan - Hakan Gürbüz
Mix-Mastering: Evren Arkman Qeyd: Aynalı, Undo, Harem’s Sound, Studio Koma
Artwork & Concept Design: Better Things Fotografkêş Senanur Akıl
Styling: Gökçe Karaaslan
Make-up & Por: Şeyma Erikçi
Management: Cansın Angı
Belavkirina Dîjîtalê: Believe, VINYL (Plak) Label: Aynalı Record
Rewşan hunermendeke Kurd e, muzîkjen, stranbêj û berhevkar e, li Stenbolê dijî. Ew li Tetwanê, bajarekî Mezopotamyayê yê ku dewlemendiya çanda Kurdî dihewîne, hatiye dinyayê. Rewşan, ku di salên borî de di gelek proje û koman de cih girtiye, ji sala 2018'an vir ve weke hunermendeke "solîst" dixebite.
Wê karîyera xwe bi albuma "Ax Lê Wesê" dest pê kir. Di salên pey re, bi beste û berhevkariyên xwe cihekî girîng di dinyaya muzîkê de bi dest xist. Di sala 2020'an de, albuma wê ya "Tov" ku tê de besteyên kevn û nû û herwiha besteyên wê yên taybet jî hebûn, li ser tabloyên muzîka cîhanê pesneke mezin wergirt.
Belgefîlma wê ya "Dengên Bakur" derbarê dengbêj û zarbêjên jin ên Kurd de, ku di sala 2014'an de kişandiye, wek xezîneya çandî hatiye arşîvkirin.
Bi albumên xwe yên "Live Session Vol'1" ku ji tomarên konserên zindî pêk tê û vîdeoyên wê sala borî ji aliyê mîlyonan ve hatin temaşekirin, û "Live Session Vol'2" ku îsal hat weşandin, serkeftineke mezin bi dest xist.
Di Festîvala Eldfesten de ku ji aliyê Şanoya Neteweyî ya Swêdê ve di sala 2023'yan de hat organîzekirin, Rewşanê bi tema "Bang ji bo Azadiyê" performanseke bişkoh pêşkêş kir. Hunermendê di heman salê de gera xwe ya yekem a Ewropayê pêk anî û li Rotterdam, Bern, Köln, Essen û Frankfurtê konserên tijî pêşkêş kirin. Hunermend hem li welêt hem li derveyî welêt konserên xwe didomîne. Di konserên xwe de, Rewşan tevneke muzîkê ya ku hestên kûr ên guhdaran geş dike diçîne. Hunermend, ku bi berhemên xwe yên muzîkî li ser pira di navbera çanda kevnar a Kurdî û muzîka nûjen de kevirekî din ê nehejok daniye, muzîkeke tevlihev a ku bangî guhdarên ji her qadên jiyanê dike pêşkêş dike. Rewşan, ku bi orkestrayeke jêhatî re li welêt û derveyî welêt gelek konserên serkeftî pêk anîne, evîndarên muzîkê dibe rêwîtiyeke demî ber bi bîranînên wan ên kesane ve.
Hinar, Albüm, 9 Track, 2024
Live Session Vol. 2, (Bostancı Gösteri Merkezi) Albüm, 8 Track, 2024
Mala Te li Kêrê Ye, Single, 2023
Live Session Vol. 1, (İzmir Concert) Albüm, 12 Track, 2023
Dîlo Malê Min Dîlo, Single, 2022
Yarê, Single, 2022
Xuçê, Single, 2022
Kavir, Single, 2022
Şalik Şînokê & Mayro, Single, 2021
Tov, Albüm, 10 Track, CK Music Production, 2020
Destmala Min, Single, 2019
Bingol, Single, 2019
Azizakam, Single, 2019
Kirasê Te, Single, 2019
Ax Lê Wesê, Albüm, 8 Track, 2018