Albûma pêşîn a Rewşan "Ax Lê Wesê" ku ji qeydên malê pêk tê, di 20'ê Sibata 2018'an de li hemû platformên dîjîtal cihê xwe girt. Albûm ku ji 8 stranan pêk tê, ji berhemên Kurdî û Ermenî yên ku ber bi jibîrkirinê ve diçin pêk tê.
Lo Berde , Nubar Nubar , Selimo Lawo , Sînê , Oror , Sari Sirun Yar , Ximximê Torevanê , Ax Lê Wesê ,
Di albûmê de; li gîtara akûstîk Vartkes Keşiş, li djembeyê Hakan Kaya, li viyolonselê Rıza Ömer, li akordiyonê Max Rocco Stroux pê re hevrêtiyê dikin. Mîksên albûmê ji aliyê Burçin Aktan ve hatin çêkirin. Nivîsa bergê ya albûmê jî ji aliyê Nebil Özgentürk ve hate nivîsandin.
Di albûmê de hem berhemên ji qeydên Kurdî yên Radyoya Bexdayê û Radyoya Êrîvanê (1930-1955) cih digirin, hem jî Ororeke (lorî) ku ji aliyê Ermeniyên Stenbolê ve tê gotin hate berhevkirin û qeydkirin.