Albûma nû ya Rewşanê Tov (Tov), bi etîketa CK Music Productionê di 10'ê Çileya 2020'an de li hemû platformên dîjîtal û marketên muzîkê cihê xwe girt. Bi şêwaza xwe ya taybet Rewşan, bi albûma xwe ya duyemîn koleksiyoneke bêhempa îmze dike.
Taybetmendiya herî girîng a ku Tovê ji yên din cuda dike, ew e ku bi helbest û dîwanên helbestvan û hunermendên hêja yên wek Kamuran Alî Bedirxan, Ferîkê Ûsiv û Aram Tîgran re, û bi berhemên kompozitorên nûjen Dr. Ehmed Kaya û Miradî Dogan re di cureyê Progressive Folkê de dengekî hevpar diafirîne. Taybetmendiyeke din a vê albûma ku 10 berhemên bi zaravayê Kurmancî tê de cih digirin, ew e ku hunermend besteyên xwe yên taybet jî derdixe ber ronahiyê.
Ax Eman , Gulîzera Min , Gulê , Yar Bezarê , Wext Lazim Bû , Bavê'M , Taxa Filla , Diçim Diçim , Wisa Dixwazim , Dinya Haye
Tov albûmeke ku ji demên kevnar ên ku hê ziman û dil bi tixûban ne aşina bûn îlham girtiye. Behsa demên ku evîn tê vegotin û bi vî awayî ziman ber bi ya naîftir ve guherîna xwe dike. Tov, ku ji bîra helbestî ya derbasbûyî feyzê digre; carinan gazina xortekî ku bi nerîna şermok a bedewekê ketiye nav eşqa reş, carinan şîreta bavekî koçber ji keça xwe re û carinan jî îmtîhana pêşewayekî olî bi nefs û baweriya xwe re vedibêje. Tov, ku dide hîskirin ka muzîk çawa dikeve nav çîroka me ya xwemalî, wek zanîna di bîra tovekê de hem perçeyek ji kevneşopiyeke sêhrbaz e û hem jî wek bêhneke ku tu car naqede ye.
Tov, ku bi amûrên kevneşopî û modern hatiye sêwirandin, di çarçoveya Progressive Folkê (muzîka gelêrî ya vekirî ji pêşketinê) de, di kategoriya muzîka cîhanê de dikare bê pênasekirin wek xebateke nû.
Hemû aranjeyên stranan ku bi evîn û kedeke mezin hatiye amadekirin, aîdî Hakan Gürbüz in. Sê muzîsyenên ku di muzîka cîhanê de xwedî cihekî girîng in; li gîtarê Cenk Erdogan, li kopûzê Coşkun Karademir, li defê Ömer Arslan wek hosteyên hêja tevlî Rewşanê dibin. İsmail Altunbaş (perkusyon), Umut Şenyaylar (keman), Hazal Akkerman (vîyolonsel), Bekir Şahin Baloğlu (ûd), Onur Nevşehir (klavye) û Erdî Arslan (duduk/klarnet) hunermendên din in ku tevlî albûmê bûne. Tomarkirina albûmê ya ku mix û masteringa wê ji aliyê Evren Arkman ve hatiye kirin, li Drumandbass, Mixhane, Stûdyo UnDo û stûdyoya malê ya Rewşanê hate çêkirin.