Hezîran 23, 2022

YARÊ BI DENGÊ REWŞANÊ Jİ NUHVA VEJIYA

Berhem di cureyê Progressive Folkê de hate rêkxistin û çîrokeke evînê ya bi gilî û gazin vedibêje. Yarê di Kurdî de tê wateya dilber/evîndar. Aranje ewqas xurt e ku di navbera doh û îro de girêdanekê çêdike. Di îcrakirina berhemê de navên hosteyên wek Cenk Erdogan, Ediz Hafızoğlu, Hakan Gürbüz cih digirin. Yarê ku bi şêwaza taybet a Rewşanê dîsa vejiya, di Tebaxa 2022'yan de ket nav lîsteya guhdarkirina Spotify Equel Tirkiyeyê. Berga Yarê ku ji aliyê Melek Boçoğlu ve hatiye dîzaynkirin, di Pêşangeha Dîzayna Grafîk a 41'emîn a GMK'ê de wek yek ji dîzaynên herî baş ên Tirkiyeyê hate pêşandan.

Yarê divê yek ji stranên herî xweş ên nifşa berê be. Dema ku Rewşan biryar da ku stranê bisitire, hosteyê mezin Şivan Perwer pir kêfxweş dibe û dibêje "Divê di navbera me û muzîkjenên nifşa nû de pirek xurt were avakirin. Ev stran hemû yên gelê me ne, Yarê jî bi çîroka xwe ya bi gilî û gazin yek ji berhemên herî taybet e. Nifşa îro, divê van stranan bi cureyan û şêwazên cuda ji we bibihîze, ev yek bi serê xwe beşdariyeke çandî ya mezin e."

kmrKurmancî
linkedin facebook pinterest youtube rss twitter instagram facebook-blank rss-blank linkedin-blank pinterest youtube twitter instagram