Îlon 9, 2022

BERHEMEKE NÛ YA DUZIMANÎ KU REWŞANÊ BERHEV KIRIYE: DÎLO MALÊ MIN DÎLO

Xebata nû ya Rewşanê "Dîlo Malê Min Dîlo", di 9'ê Îlona 2022'yan li ser hemû platformên dîjîtalê hate weşandin.

Hunermend; ev stran di sala 2014'an de di çarçoveya lêkolînên xwe yên li ser bîra çandî, li Bazîdê berhev kiriye. Herçend temenê stranê nayê zanîn, tê zanîn ku bi rêya bazirganekî gerrok ê Mezopotamyayê ve hatiye Çeldiranê. Li gundekî dawetek heye û ev bazirganê gerrok jî wê şevê mêvanê gund e. Li Herêma Serhedê ku kevneşopiya devkî xurt e, dawet bi hevrikiyên dualî; bi stran û klaman tên pîrozkirin û her kes tevlî stranan dibe. Dema ku gundiyan ji bazirgan xwestine ku stranek bibêje, wî jî "Dîlo Malê Min Dîlo" gotiye. Çavkaniya me (Ehmed Çelîk, 90 salî) yek ji wan çend kesan e ku dema gundiyan stran hez kiriye, ji ber kiriye. Stran bi salan di bîra vî gundî de dimîne, nayê bihîstin û tomarkirin.

Straneke gelekî xweş e ku bi Kurdî dest pê dike û di dubeytiyê de peyvên Erebî jî tê de cih digirin. "Dîlo Malê Min Dîlo" deriyên xezîneyên dilên bêserûbinî yên ku me bîra wan kiriye, ji me re vedike. Gelo behskirina "dil" dikare wêneya evîneke ku du-ziman di "dilekî" de lê dixin be? Niha ev yek ne pir gengaz e ku em bizanibin, lê tenê xeyalkirina wê jî dê vê stranê ji me re hîn xweştir bike. Strana "Dîlo Malê Min Dîlo" ku Rewşan demeke dirêj xeyal dikir ku bigihîne guhdarên xwe; êdî namzed e ku di bîra me hemiyan de cih bigire.

Strana ku Hakan Gürbüz di cureyê Progressive Folkê de aranje kir, gîtarên akustîk/elektrîk ji aliyê hosteyê muzîkê Cenk Erdogan ve hatin lêxistin. Dehol ji aliyê Ediz Hafızoğlu, keman jî ji aliyê Istanbul Strings ve hatin îcrakirin. Mix-mastering ji aliyê Evren Arkman ve hate çêkirin. Berga berhemê ku ji aliyê Melek Boçoğlu ve hatiye dîzaynkirin, di Pêşangeha Dîzayna Grafîk a 42'emîn a GMK'ê de di nav dîzaynên herî baş ên Tirkiyeyê de hate pêşandan. Di kursiya derhêneriya klîba stranê de jî Kadir Yücel cih digire.

kmrKurmancî
linkedin facebook pinterest youtube rss twitter instagram facebook-blank rss-blank linkedin-blank pinterest youtube twitter instagram