Gotinen stranê

BAVÊ'M

Rewşan · Kurdî Stran · Muzîka Kurdî

Kurmancî·
BAVÊ'M
-  BAVÊ'M
Dema bavê min hîn sax bû
-  Dema bavê min hîn sax bû
Şevek ez çûm cem, dil bi pirs bû
-  Şevek ez çûm cem, dil bi pirs bû
Min got bavo xelk dibên hûn mihacir in
-  Min got bavo xelk dibên hûn mihacir in
Bê ax û qad û bê mal in
-  Bê ax û qad û bê mal in
Ka metên me, pismamên me
-  Ka metên me, pismamên me
Ka rez û dehl û darên me
-  Ka rez û dehl û darên me
Radimûsim herdû destên te
-  Radimûsim herdû destên te
Qey tune bû sêv û gêlasên me
-  Qey tune bû sêv û gêlasên me
Bavê min got wer keçkoka min
-  Bavê min got wer keçkoka min
Ez kalekî heftê û heşt sal im
-  Ez kalekî heftê û heşt sal im
Got kê dîtiye kalê bi guhar
-  Got kê dîtiye kalê bi guhar
Kê dîtiye pîra bi xirxal
-  Kê dîtiye pîra bi xirxal
Emir diçe weke par û pêrar
-  Emir diçe weke par û pêrar
Em teyrên xerîb koç dikin hercar
-  Em teyrên xerîb koç dikin hercar
Min got bavo qet neçûme welat
-  Min got bavo qet neçûme welat
Nedîtime qet berfa sibat
-  Nedîtime qet berfa sibat
Şevên dirêj, çîrokên civat
-  Şevên dirêj, çîrokên civat
Nelîstim pêncok û xar û kaf
-  Nelîstim pêncok û xar û kaf
Ber derê xelqê weke xerîb
-  Ber derê xelqê weke xerîb
Bê dost û yar û bê hebîb
-  Bê dost û yar û bê hebîb
Rojek bê tirs û bê pirsan
-  Rojek bê tirs û bê pirsan
Nebûm mêvana ap û xalan
-  Nebûm mêvana ap û xalan
Destê min girt, xist destên xwe
-  Destê min girt, xist destên xwe
Got yê koçber , feqir û jar e
-  Got yê koçber , feqir û jar e
Got kê dîtiye kalê bi guhar
-  Got kê dîtiye kalê bi guhar
Kê dîtiye pîra bi xirxal
-  Kê dîtiye pîra bi xirxal
Emir diçe weke par û pêrar
-  Emir diçe weke par û pêrar
Em teyrên xerîb koç dikin hercar
-  Em teyrên xerîb koç dikin hercar
Gotin-Muzik: Rewşan
-  Gotin-Muzik: Rewşan